HÜDAPAR | Hür Dava Partisi
Telefon: +90(312) - 472 48 32 Fax: 0312 472 48 38
E-mail: iletisim@hudapar.org
Ehl-i Beyt Mah. Ceyhun Atıf Kansu Cad. Nehir Apt. No : 117-5 Balgat - ANKARA
Hemd ji Rebbê ‘Alemê re be.
Salat û selam li ser menbe’a ‘ilmê û, serwerê ewliya û etqiya û mucahîdîna Mûhemmed ‘eleyhîssalatû wesselam be. Û li ser al û eshabê Wî be.
Tehiyyet û îkram li ser we ‘ulemaê Îslamê û pêşkêşên ummetê be. Rêz û îhtîramên xwe yek bi yek pêşkêşî cenabê we mamosta û seydaye hêja dikim, hûn tev bi xêr hatin, ser sera, ser çavan hatin.
Di destpêkê de ez licneya birêveberiya hevdîtina ‘aliman a ku ji nûnerên çar aliyê Kurdistanê teşkîl bûye pîroz dikim ku karekî bi vî rengî qedirbilind û bi qîmet tertîb kir. Û ez we ‘alimên beşdarên ‘ezîz jî pîroz dikim ku we, naveroka vê civînê bi ‘ilm û re’yên xwe yên biqîmet dagirt û xemiland.
Dil dixwest ku ev civîn rûbirû be, em hevdû himêz bikin, li cem hev rûnên, munaqeşe û muzakereya meseleyên xwe bikin, ji hev îstîfade bikin. Bes teqdîra Îlahî, şert û mercên webaa koronayê îsal jî rê ne da civîna rûbirû.
Meşakilê ‘alema Îslamê gelek in. Bes muşkîla herî mezin û sereke tefrîqe ye. Tefrîqe di nav ummetê de hatiye heddekî bi wî rengî ku musluman li hember hev leşker û artêşan tertîb dikin, tecawuzî huqûqên hevdû dikin, muqeddesatên xwe bi destê dujminên xwe ve berdidin, dujminên xwe emîn, birayên xwe xayîn dibînin.
Îxtîlafa ku di eslê xwe de ji bo ummetê rehmet e, bi hemû new’ û rengê xwe bûye sebebê tefrîqeya bi hemû new’ û rengî. Îxtîlafa fikrî, îxtîlafa siyasî, îxtîlafa ‘eqîdewî, îxtîlafa mezhebîyû ‘emeliyû meşrebi û her wekî dî. Ew îxtîlafa kû rehmetê, menbe’a wî îctîhadên ‘ilmî û ‘ulema ne. Bes menbe’a tefrîqê, ne ‘ilm e û ne ‘alimên Rebbanî ne. Çewa ku menbe’a îxtîlafên îctîhadî ‘ilm û ‘ulema ye, her wiha menbe’a çareseriya tefrîqa ku bûye sebebê hemî muşkîle û xerabiyan jî dîsa ‘ilm û ‘ulema ye.
Ji ber vê yekê,
Ev civîna hevdîtina ‘ulema ku a şeşemîn e tê tertîbkirin ez gelek gelek muhîm dibînim.
Ez temennî dikim ku ev konferans bibe wesîle û gaveke girîng ji bo îttîhada mucteme’a (toplum) Kurdî û ‘Alema Îslamî. Mewdû’ên konferansê jî ku li serê gotar û meqale hatine hazirkirin gelek bi qîmet in:
Li hember fikra îlhadî bi taybet di mucteme’a Kurdî de bi giştî jî di ‘alema Îslamê de,
di hasilkirina heqqên Kurdan de ku ‘uzwekî ummetê ne,
ji bo azadkirina Mesciduleqsayê di madi (paşeroj) û hazir de rola Kurdan,
li hember tetbî’a di gel suheywîniyan, sihyoniyen (siyonisten) dagirker de
Li hember hucûmên ‘alema Ğerbê bi ser Muslumanan de…
Belê… Rola ‘ulema di van mijaran tevan de muhîmtirîn rol e. Ha de îja îro em di vê munasebeyê de vê rola muhîmtir û girîngtir tînin rojevê. Şuğlekî muhîm, şuğlekî pîroz.
Rebbê ‘Alemê se’yû cehda me teva meşkûr bigerîne.
Me ji kedên bênetîce dûr bike. Keda me bê encam nehêle
Me bigerîne layiq ji bo xebata di riya xwe de.
Bimînin di xêr û xweşîyê de
Navenda Giştî ya HUDA PARê
"Açık Beta" sistemin TEST Aşamasının devam edip,ziyaretçilerin daha iyi performans sağlayabilmeleri için girdi/çıktılar kayıt altında tutulduğu süreçtir. Sistemimizde herhangi bir hata ile karşılaşmanız durumunda Buraya tıklayarak hatayı bildiriniz.